Li gor seroktîya demkî ya Sûrîyê, fermandarîya giştî ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk û Serokê Demkî gihîştin rêketinekê ku hemî sazîyên leşkerî û sivîl ên rêvebirîya xweser bi sazîyên dewleta Sûrîyê re bikin yek.
Ajansa SANA ya hikûmeta Sûrîyê ragihand ku her du alî li ser parastina mafên Kurdan û yekperçetîya axa Sûrîyê li hev kirine.
Li gor Sana, peyman ji şeş xalan pêk tê.
Yek, garantîkirina mafên hemî Sûrîyan jibo nûnertî û beşdarbûna di proseya sîyasî û hemî dezgehên dewletê de, û divê li ser bingeha kanîn û jêhatîbûnê bin, ne li ser bingeha olî û etnîkî.
Du, civaka Kurd civakeke xwecîhî ye di dewleta Sûrîyê de û dewleta Sûrîyê mafê wan yê welatîbûnê û hemî mafên wan yên destûrî garantî dike.
Sê, agirbest li seranserî Sûrîyê.
Çar, hevrejîyana hemî sazîyên sivîl û leşkerî li bakurê rojhilatê Sûrîyê di nava rêvebirîya dewleta Sûrîyê de, di nav de derîyên sînorî, firokexane û zevîyên petrolê û gazê.
Pênc, misogerkirina vegera hemî penaberên Sûrîyê bo bajar û gunên xwe û parastina wan ji alîyê dewletê ve.
Şeş, piştgirîya dewleta Sûrîyê jibo jinavbirina paşmahîyên Esad û hemî metirsîyên li ser ewlehî û yekperçetîya axa Sûrîyê.
Heft, Nepejirandina propagandayên cudaxwaz, gotinên nefretê û hewilên çêkirina alozîyê di nav civakên civaka Sûrîyê de.
Heşt, komîteyên ku di pêkanîna rêketinê de cîh digirin, wê hewil bidin û kar bikin jibo cîhkirina rêketinê heta dawîya îsal.
Di binê peymanê de Ebdî û Şara peyman îmza kirin.
Heta niha ti daxuyanîyeke fermî ji alîyê Mazlum Ebdî û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk ve nehatîye dayîn.