Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Şamê de 14 Kes Mirin


Di encama du peqînan de li paytaxta Sûrîyê Şamê îro Çarşemê 14 kesan jiyana xwe winda kirine û sê kesên din jî birîndar bûne, li gor televizyona fermî ya Sûrîyê.

Televîzyona Sûrî dîmenên ji cihê bûyerê li navenda Şamê parve kir û got ku peqîn di dema ku xelk diçûn kar û dibistanê de çê bûye. Di raportê de herwiha hat gotin ku sêyemîn bombe nêzîkî cîhê bûyerê hatîye dîtin û ruxandin. Heta niha kesî berpirsiyariya wê peqînê nekiriye stûyê xwe.

Êrîşên bi vî rengî li Şamê pir çê nabin, bi taybet piştî ku hêzên hikûmetê der û dorê Şamê kontrol kirin ku berê ji alîyê serhilderan ve dihat kontrol kirin.

Hêzên Serokê Sûrîyê Beşar Esed niha piraniya Sûriyê kontrol dikin bi xêra alîkariya Rûsya û Îranê.

Di şerê 10 salên Sûrîyê de ji bêtirî 350 hezar mirovan jiyana xwe winda kirine û nîvê hejmara xelkên welêt derbeder bûne, ku 5 milyon ji wan li derveyî Sûrîyê penaber in.

XS
SM
MD
LG