Wezîrê Saxlemî yê Danîmarka Magnus Heunicke îro Înê dibêje ku ewê hemwelatîyên kal û pîr jibo cara sisêyan li dijî COVID-19 vaksîn bikin.
Heunicke got ku peyvajoya vaksînkirina kesên ku navendên lênêrîna kal û pîran dimînin wê di hefteya pêş de destpê bike jiber ku di demên dawîyê de zêdebûna pêkatinan li qan navendên tên dîtin.
“Me heta niha % 96 ji kesên li wan wan navendan dimînin li dijî korona vaksîn kirine, lê di heman demê de ew kesên herî zêde di bin metirsîya nexweşîya COVID-19 dene,” Heunicke li ser Twitterê got.
Wî dîyar kir ku biryara wan li ser pêşnîyaza Rêvebirîya Saxlemî ya Danîmarkî ye ku xwestibû perpûnkirina hemwelatîyên kal û pîr di demeke nêzîk de destpê bike.