Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Danîmarka 3 Îranî Jiber Sîxurîya bo Erebistana Saudî Tawanbar Kir


Ala Danîmarkayê li esmanên paytext Kopenhagen (Arşîv)
Ala Danîmarkayê li esmanên paytext Kopenhagen (Arşîv)

Li Danîmarka sê endamên Tevgera Têkoşîna Erebî bo Rizgarkirina Ahwazê (ASMLA) ji alîyê dadgeha li Roskilde ya paytext Kopenhagen ve jiber tawanên terorê li Îranê û sixûrîya bo sazîyeke îstixbarata Erebistana Saudî sûcdar hatin dîtin.

Dadgêhê dîyar kir wan sê kesena di derbarê kes û rêxistinên li Danîmarka û li derveyê Danîmarka û hevdem ser karûbarên leşkerî yên Îranê bi rengekî dij qanûnî agahî û belge berhev kirine û dane sazîyeke îstixbarata Erebistanê Saudî.

Lê, wê navê sazîya îstixbaratê ya Saudî destnîşan nekir.

Her sê zilamên ku bi biryara îro ya dadgeha heremî rûbirûyê heta 12 salan cezayê girtîgehê ne, di Sibata 2020'an de li Ringsted,Kopenhagê hatibûn girtin.

Hevdem, dadgehê got ku her sê gumanbaran jî sûcdarîyên dozgerîyê qebûl nakin û cezayên wan ewê di meha Adarê de were ragihandin.
Bi sedema qanûnên Danîmarkî nasnameyên wan 3 kesan nehat eşkere kirin.

Herwiha, dadgehê da zanîn ku pêyvajoya darizandinê li pişt derîyên girtî hatiye meşandin; jiber têkilîya bi hêzên bîyanî re û bo ewlehîya sê kesên gumanbar.

Îran rexistina ASMLA'yê jiber êrîşa dijî merasima leşkerî ya li bajarê Ahwazê ya di Îlona 2018'an' de tawanbar dike ku di encamê de herî kêm 25 kes hatibûn kuştin.

ASMLA'yê ew êrîşa li Ahwazê şermezar kiribû û ragihandibû ti tekilîya wê ya bi êrîşê re tuneye.

Lê, dadgeha Danîmarkî dîyar kir ku yek ji sê kesên ku îro sûcdar hatine dîtin, jiber erêkirina êrîşa Ahwazê, hatiye tawanbar kirin.

Sazîya Ewlekarî û Îstixbaratê ya Danîmarkayê di Mijdara 2018'an de ser dosyaya wan sê kesan, lêpirsîn dabû destpêkirin.

XS
SM
MD
LG