Danîmarka dîyar kir ku hemwelatîyekê Rûsî yê li Danîmarka jiber agahdarîyên teknolojîya enerjîya Danîmarka dane Rûsya bi sîxurîyê hatîye tawanbar kirin.
Dozgerîya Danîmarka bi daxuyanîyekê ragihand ku kesê Rûs, yê ku nav, temen û nasnama wî nehat eşkere kirin, tê gumankirin ku tevî tiştên din, di derbarê teknolojîya enerjîya Danîmarkî de, ji îstixbarata Rûsî re agahdarî dabîn kirine.
Balyozxaneya Rûsî ya li Kopenhagenê got ku ew kiryarên dozgerê Danîmarkî wek xeletî dinirxîn in, û ew di pêyvajoya dadmendî de daxwaza bêalîbûnê dikin. Balyozxanê bi berdewamî got ku ew hêvî dikin ku hemwelatiyê wan dê li dadgehê were azad kirin.
Doz, girêdayî lêpirsîneke berfirehtir ya ku ji alîyê Sazîya Ewlehî û Îstixbarata Danîmarkayê ve tê meşandin.
Sazîya dozgerîyê ji Reuters re got ku dadgeha herêmî ya Aalborg dê dozê birêve bibe. Lê, hîn dema dadgehê nehatîye dîyar kirin.
Hevdem hat ragihandin ku kesê Rûs, ku ji serê Tîrmehê vir ve di girtîgehê de ye, bi zindan û dersînorkirinê rûbirû ye.