Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Danûstandinên Navokî Wê Jinûve Destpê Bikin


Dîmeneke ji danûstandinên navokî yên li Vîyana (Arşîv)
Dîmeneke ji danûstandinên navokî yên li Vîyana (Arşîv)

Ajansa fermî ya Îranê IRNA îro Sêşemê ragihand ku, gotûbêjên di navbera Îranê û bi hêzên cîhanî re yên jibo vejandina peymana navokî ya sala 2015'an ewê di nav çend hefteyan de jinûve destpê bike.

Berdevikê wezareta karên derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ji ajansa IRNA'yê di derbarê mijarê de axifî.

"Jibo her civînê hevrêzîya pêş û amadekirina rojevê pêwîst e. Mîna ku berê hate destnîşan kirin, danûstandinên Vîyana dê di demek nêz de û di çend hefteyên pêş de jinû ve destpê bikin, " Xetîbzade got.

Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka ji peymanê vekişandibû û dijî Îranê toleyên nû yên tund ragihand.

Hêzên cihanê, ji Nîsanê vir ve şeş gerên danûstandinên nerasterast di navbera Amerîka û Îranê de li Vîyanayê pêk anîn da ku her du welat vegerin peymana navokî.

Lê, danûstandinên di navbera her du welatan de di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin.

Rawestandina danûstandinan du roj piştî ku Îbrahîm Reîsî di 5'ê Tebaxê de bû serokkomarê Komara Îslamî, pêk hat.

Berpirsê sîyaseta derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell îro dîyar kir ku wezîrên Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya bi Îranê re li Neteweyên Yekbûyî (NY) vê hefteyê ewê kom nebin da ku li ser vegera danûstandinan gotûbêj bikin.

Lê IRNA'yê ragihand ku Xetîbzade daye zanîn ku wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdullahîyan dê bi her yek wezîrên wan welatan re, li civîna salane ya NY de , hevdîtinên cûda bike û danûstandinên Vîyana ewê di nav mijarên sereke yên rojevê de bin.


XS
SM
MD
LG