Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Rûsya û Ukrayna li Belarûsê Didomin


Dîmeneke ji danûstandinên Rûsya û Ukrayna li Ser Sînorê Belarûsê
Dîmeneke ji danûstandinên Rûsya û Ukrayna li Ser Sînorê Belarûsê

Danûstandinên navbera Rûsya û Ukrayna, ku îro li ser sînorê Belarûsê destpê kiribûn, hîn didomin.

Danûstandin di demekê de têne kirin ku çar roj piştî dagirkirina Ukraynayê ji hêla Rûsya vê, Moskow bi îzolasyona aborî ya kûr rûbirû maye.

Şêwirmendê seroktîya Ukraynayê Mykhailo Podolyak bi rêya peyamekê telefonê ji Reutersê re ragihand ku danûstandinên navbera Ukrayna û Rûsyayê li ser sînorê Belarûsê destpê kirine.

Seroktîya Ukraynî demeke zûtir ya îro de bi daxuyanîyeke ragihandibû ku şandeyeke Ukrayî bo danûstandinênbi Rûsyayê re giheştiye ser sînorê Belarûsê.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku armanca danûstandinan pêkanîna agirbesteke demûdest û vekişîna hêzên Rûsî ji Ukrayna ye.

Karbidestên Ukraynî di destpêkê de ev gav red kiribû bi sedema ku Belarûs alîkarîya êrîşa Rûsyayê dike û gotibû ku divê danûstandin li cîhekî din were kirin.

Belarûs destûr dabû Rûsya ku axa wê bo dagirkirina Ukraynayê wek qadekê bi kar bîne.

Rûsyayê jî îro ragihand ku şandeya wê çûye Belarusê da ku bo danûstandinan li benda bo şandeya Ukraynî be, berîya ku Ukrayna ev daxuyanî ya qebûlkirina danûstandinan belav kir.

Serokê Ukraynî Zelensky Warşova, Bratislava, Stenbol, Budapeşt û Baku wek cîhên alternatîf yên hevdîtinan destnîşan kir, berîya ku sînorê Belarusê qebûl bike.

Zelensky dabû zanîn ku di şandeya wan de Wezîrê Berevanîyê Oleksiy Reznikov û şêwirmendê serok Zelnskyy, Mykhailo Podolyak heye.

Kremlînê herwiha got ku serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di pêywendîya bi Putin re pêşnîyar kir ku alîkarîya navbeynkariya rawestandina şer bike. Lê, wî eşkere nekir ku ka serokê Putin ev yek qebûl kiriye yan na.

Danûstandinerê Rûsî, Vladimir Medinsky îro ragihand ku Rûsya di danûstandinan de dixwaze bigihêje peymaneke ku di berjewendiya her du alîyan de be.

XS
SM
MD
LG