Nûnerê taybet yê Amerîkî yê jibo Haîtî Daniel Foote îro Pêncşemê dest ji kar berda.
Foote, di nameyekê de sîyaseta rêvebirîya Biden ya hember koçberên ji Haîtî rexne kir û paşve zivirandina bi sedan kesan şermezar kir.
Wî got ku rewşa li Haîyî ewqas xirab e ku nabe Amerîka wan kesan vegerîne wê dewleta têkçûyî ku nikare hemwelatîyên xwe xwedî bike.
"Ezê nebim beşek ji reftara nemirovane ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ku bi hezaran penaberên Haîtîyî û koçberên neqanûnî dersînor dike," Foote di nameya xwe de ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re got.
Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka îro ragiyand ku heta niha 1,401 ji kampa li ser tixubê Meksîko ji Hatîtî re hatine zivirandin û 3,206 kesên din jî desteserkirî ne.