Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Karanîna Vaksîna AstraZeneca Radiwestîne


Danîmarka karanîna vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca rawestand.

Karbidestên saxlemî yên Danîmarka dibêjin ku li ser vaksîna AstraZeneca guman hene ku ew xwînê tîr dike û trombozê çêdike.

Berî biryara Danîmarka, hin welatên Ewrupa qirar dabûn ku vaksîna AstraZeneca tenê bo hin temenan were karanîn.

Sazîya Dermana ya Ewrupa (EMA) dide zanîn ku faydayên vaksîna AstraZeneca ji zararên ew çêdike zêdetir in.

AstraZeneca, ku kompanîyeke Swêdî û Brîtanî ye, ragihand ku ew bo biryara Danîmarka rêzê digirin û bi bîr xist ku her dewletek bi xwe bernameya xwe ya vaksînê dîyar dike.

XS
SM
MD
LG