Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Jiber Gefa Sîxuriyê Çîn, Rûsya û Îranê Tawanbar Dike


Ala Danîmarka
Ala Danîmarka

Danîmarka îro Pêncşemê hişyarî da ku li herêma Arktîkê ku hêzên cîhanî bo çavkanî û rêyên deryayî pêzbazîyê dikin de, ji hêla Rûsya, Çîn, Îran û welatên din ve gefên sîxuriyê zêde bûne.

Sazîya Ewlekarî û Îstixbaratê ya Danîmarka da zanîn ku jiber rola Danîmarka ya cîhanî ya çalak, ser welêt gelek mînakên hewildana sîxuriyê yên ser welêtên wan hene.

Berpirsê sazîyê Anders Henriksen di raporeke de got ku "gefa çalakîyên îstixbaratên bîyanî yên dijî Danîmarka, Greenland û Giravên Faroe di salên dawî de zêde bûye."

Greenland û Giravên Faroe di bin Qralîyeta Danîmarkayê de herêmên serwer in û hevdem endamên Foruma Konseya Arktîkê ne.

Kopenhag piranîya mijarên wan yên biyanî û ewlehîyê rêve dibe.

Her wiha raporta Danimarka dibêje ku sazîyên îstixbaratê yên biyanî - di nav de Çîn, Rûsya û îran jî - hewl didin ku têkilîyan bi xwendekar, lêkolîner û kompanîyan re deynin da ku ser teknolojî û lêkolîna Danîmarka agahdarîyan bi dest bixin.

Balyozxaneyên Çîn, Rûsya û îranê heya niha bersîva şîrovekirina daxuyanîya Danîmarka nedane.

XS
SM
MD
LG