Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Hêzên Xwe ji Îraqê Dikşîne


Wezîrê Derve yê Danîmarka, Anders Samuelsen îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên Danîmarkî piştî têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) wê ji Îraqê vekişin.

“Em niha giheştin qonaxekê ku hêzên me yên li Îraqê dikarin ji cîhên ku kontrola DAIŞ’ê li ser nemaye, vekişin,” Samuelsen got.

Di sala 2016’an de, piştî erêkirina parlemana Danîmarkî, bi dehan hêzên taybet yên Danîmarkî ji Îraqê hatibûn şandin, ku leşkerên Îraqî perwerde bikin û piştgirîya şêwirmendî bidin wan.

Hêzên Danîmarkî herwiha di operasyonên ser tixubê Îraqî-Sûrî de cîh girtibûn û carna jî piştgirîya esmanî dabûn hêzên Îraqî.

Hevkarên Îraqî aniha amade ne ku li ser pêyên xwer bisekinin. DAIŞ neçar hate hêştin ku li hemî cîhên bin kontrola xwe derkevin,” wezîrê berevanî yê Danîmarkî Claus Hjort Frederiksen got.

XS
SM
MD
LG