Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Îranê:Danûstandinên Tehran û Rîyadê li Bexda Jinûve Destpê Kirine


Alên Îran û Erebistana Saudî
Alên Îran û Erebistana Saudî

Medya Îranê ragihand ku hêzên herêmî yên hevrik Îran û Erebistana Saudî li Bexda ya paytexta Îraqê jinûve dest bi danûstandinan kirine.

Nur News ya ajansa nîvfermî ya Îranê got ku "hevdîtina erênî ya herî dawî, hêvîyên her du welatan zêde kiriye ku ew bo vejandina peywendîyan gavan bavêjin."

Ajansê dîyar nekir ku gera pênca ya danûstandinan kengê hatiye darxistin.

Lê, ne Erebistana Saudî û ne jî Îraqê,heya niha ser jinûve destpêkirina danûstandinan, ti daxuyanî nedane, piştrast nekirine.

Di navbera Îran û Erebistana Saudî de berîya vê hevdîtina li Bexdayê bo vejandina peywendîyan çar gerên danûstandinan pêk hatibû.

Lê, Îran di meha Adarê de bê nîşandayîna ti sedemî ji pêyvajoya danûstandinan vekişîbû.

Ev gava Îranê piştî ku Erebistana Saudî 81 darve kir, pêk hat; wek darvekirina wê ya herî mezin di dehsalên dawî de.

Tehran ev darvekirinên Saudîyan şermezar kir jiber ku aktîvîstan digotin ku 41 Misilmanên Şîî jî di nav kesên hatine darvekirin de hene.

Rîyadê di 2016'an têkilîyên xwe bi Tehranê re qut kir; piştî ku xwepêşanderên Îranî êrîşî balyozxaneya wê ya li paytexta Îranê kir, bûyera ku li dû meleyekî Şîa li Erebistana Saudî hat darve kirin rû dabû.

Erebistana Siûdî û Îran, bi salane di pevçûnên herêmî û nakokîyên sîyasî yên li Sûrîyê, Lubnan û Îraqê de, piştgirî didin alîyên hevrik û herwiha Rîyad ji 2015'an vir ve pêşengîya hevpeymanîya Erebî dike ku şerê dijî tevgera Hûsîyan ya girêdayî Îranê ya li Yemenê dike.

XS
SM
MD
LG