Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Ukrayna û Rûsyayê Îro Jinûve Destpê Dikin


Alên Ukrayna û Rûsyayê
Alên Ukrayna û Rûsyayê

Karbidestên Rûsî û Ukraynî îro Çarşemê ragihandin ku ew li bendê ne ku danûstandinên derbarê şerê di naa her du welatan de jinûve bidin destpêkirin.

Ajansa nûçeyan ya Rûsyayê TASS ji zarê şêwirmendê Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy ragihand ku gera duya ya danûstandinan di navbera Rûsya û Ukraynayê de wê îro Çarşemê Çarşemê were kirin.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba da zanîn ku karbidestên Ukraynî bo danûstandinên nû amade ne, lê wî got ku cîh nê zelal e û Kîev wê ultîmatomên Rûsyayê qebûl neke.

"Daxwazên Rûsyayê neguherîye û hîn mîna ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe ya berîya şer de ragihandibû ne," Kuleba got.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ragihand ku "îro, nêzî êvarê, şandeya me wê li cihê xwe be û li benda danûstandinên bi Ukraynayê be."

Peskov got ku şêwirmendê çandê yê Putin, Vladimir Medinsky danûstandinerê sereke yê Rûsyayê ye.

Gera yekê ya danûstandinên ser çareserîya krîza Rûsya û Ukrayna roja Yekşema borî li nêzî sînorê Belarûs û Ukrayna, pêk hatibû.

XS
SM
MD
LG