Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Tirk Darên Herêma Kurdistana Îraqê Dibirin û Dibin Tirkîyê


Digel berdewamîya operasyona leşkerê Tirkîyê li sînorên Herêma Kurdistanê û deverên Zaxo û Berwarî Bala û bordûmankirina gundên deverê bi firoke û topxaneyan, li vê dawîyê rêkan diben çîyan û darên deverê dibin Tirkîyê.

Xelkê wan deveran vê kiryara Tirkîya bi metirsî dizanin û bi jinavbirina xwezayê herêmê didin zanîn.

Li ser vê mijarê rûniştvanên devera Berwarî Bala (Çîya Bêlîzanî) dibêjin ku ev kiryara artêşa Tirkîyê li sinorê Herêma Kurdistanê dike li ser jinavbirina sirûşt û jîngeha Kurdistanê metirsîyeke mezin e.

Rûniştvanê deverê Şivan Fetah dibêje ku neyekrêzîya partîyên Kurdistanî egerên serekî ne ku Tirkîye van kiryarana li sînorê Herêma Kurdistanê dike.

“Ew dixwazin daristanên me yên hezar salî ji nav bibin û jingeha me têk bidin,” Fetah dibêje.

Parlamantarê PDK'ê Rêving Hirorî jî dibêje ku birîna daran ji alîyê Tirkîyê ve berî çend salan li deverên Senat û Geverokê û nahîya Derkarê destpê kiriye.

“Berîya niha li nahya Batîfa û nihaji li nahya Kanîmasê li Berwarî Bala. Niha metirsî li ser Zinara Kêste û Hirorê heye çimkî wan dest bi çêkirina rêyan kiriye. Me ji hikûmeta herêmê û ya Tirkîyê xwestiye ku dest ji birîna daran berdin.”

Li dû daxuyanîya cîgirê parlamana Îraqê Dr. Beşîr Hedad bangî balyozê Tirkîyê li Bexda kiriye û nameyek daye wî ku hikûmeta Tirkîyê li ser darbirînê û têkdana xwezayê deverên sinorî bi Tirkîyê şermezar dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rûbereke mezin ji daristanên devera Berwarî Bala ji bordûmana Tirkîyê hatine sotin û niha metirsîya birîna pirtir daran li cem gelê deverê peyda bûye.

SB_06_03_2021__Birînda_Daran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG