Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bilek: Sekinandina Şerî, Wê Jibo Kurdan Serkeftinek Be


Dara Bilek ( Wêne: Arşîva Cemal Batun)
Dara Bilek ( Wêne: Arşîva Cemal Batun)
Danûstandin li navbera karbidestên Tirkîyê û rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê berdewam in bi armanca sekinandina tundûtûjîyan. Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî roja Şembî li Mêrdînê dîsa daxwaz ji endamên PKK’ê kir ku dest ji çekan berdin.

Sîyasetvan Dara Bilek dibêje “ev pêvajo gelek girîng e ku serbikeve, eger çek bisekinin û eger şer bisekine, êdî ku bi rêya dîyalogê, danûstandinê, metodên demokratîk bikevin di rojeva danûstandinê de, Kurd wê bikarbin pêşîya xwe bibînin, daxwazên xwe yên neteweyî çêtir bidin pêş û bi rêya dîyalogê metodên demokratîk jibo destxistina mafên xwe yên rewa wê bikar bînin.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Bilek got ku sekinandina şerî, wê jibo Kurdan serkeftinek be.

Derbarê pirsa amadekirina qanûna bingehîn a nû li Tirkîyê, birêz Bilek dibêje ku destûra îro ya Tirkîyê destûrek ser “înkara miletê Kurd” û “nijadperestîyê” hatibû amadekirin.

Birêz Bilek dibêje, “eger ev destûr bihête guhertin, ne bi temamî bi dilê Kurdan jî be, lê kêmahî ew alîyên nijadperestî jê bihên şûştin, wê di berjewendîya tevgera Kurd de be.”

Sîyasetvan Bilek herwiha got ku divê Partîya Aştî û Demokrasîyê piştîgîryê bide guherîna destûrê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG