Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Deverên Deraa yên bin Kontrola Serhildayan Dorpêç Dikin


Dûyên stûr li esmana Deraa bilind dibin (Tîrmeh 5, 2018)

Bizavkarên Sûrî dibêjin ku hêzên hikûmetê di operasyona berdewam de, deverên bajarê Deraa yên bin kontrola serhildayan dorpêç kirine.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku dorpêçkirina deverên bin kontrola serhildayan şeva borî destpê kir.

SOHR dide zanîn ku hêzên hikûmetê herwiha piranîya herêmên seranser tixubê Urdunê jî kontrol dikin, piştî ku wan derbazgeha serekî ya wê derê xistibûn bi kontrola xwe.

SOHR bal kişand ku piştî ku hêzên hikûmetê kontrola gundên Heet û Zeîzûn girtin bin kontrola xwe, niha xwe gîhandine herêmên bin kontrola Artêşa Xalid bîn el Welîd li bi DAIŞ’ê peywendîdar e.

Hêjayî bîrxistinê ye xwepêşandanên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad, di Adara 2011’ê de li bajarê Deraa destpê kiribûn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG