Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dest bi Dadgehkirina 200 Bergumanên Darbeya Sala Borî Dike


Dadgehkirina 200 bergumanên hewila darbeya leşkerî ya sala borî, ku di nav wan de karbidestên payabilind yên leşkerî jî hene, îro Duşemê destpê kir.

Di doza ku nêzîkî 1500 hêzên ewlekarîyê li dora dadgeha bajarokê Sîncan ya Enqerê nobedarî dikir, dozger cezayê bi birêjîya jînê ji bergumanan re xwest.

Di nav kesên girtî de alîkarê taybet yê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, fermandarê giştî berê yê hêzên esmanî, bi dehan general, kolonel û serdar (major) jî hene.

Kesên girtî bi girseyî ji nav komeke amadebûyan hatin meşandin ku daxwaza cezayê mirinê ji wan re dixwest.

Hêjayî bîrxistinê ye di darbeya têkçûyî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de pirtir ji 240 kes hatibûn kuştin ku piranîya wan sîvîl bûn.

XS
SM
MD
LG