Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birîna Daristanên Şirnexê li Stenbolê Hat Protesto Kirin


Protesto kirina birînana daristanên Şernexê li Stenbolê

Ji alîyê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) û Partîya Kedê (EMEP) jî di nav de 7 partî û rêxistinên sîyasî birîna daristanên li Şirnex’ê li taxa Kadikoy a Stenbolê bi daxuyanîyekê protesto kirin.

Di daxuyanîya hevpar de hat dîyar kirin ku talankirina ekolojîk a ku li her heremên Tirkîyê belav bûye, li gelek bajarên Kurdistanê bi taybetî jî li Şirnex’ê her ku diçe zêdetir dibe.

Herwiha di vê daxuyanîyê de pêzanîn û xebata baroya Şirnex’ê ya li ser birîna daristanên bajêr jî cîh girt.

“Birîna daran li herêma Besta, çîyayên Cudî û Gabar yên Şirnexê bi hinceta “ewlehîyê “ji alîyê cerdevanan ve di bin çavdêrîya leşkeran de zêdeyî 2 sal in didome. Li gorî daxuyanîya Baroya Şirnex’ê, tenê di nava 7 mehan de ji Sibatê heta Îlona 2021'an de li Şirnexê ji sedî 7'ê daristanên vî bajarî hatin tunekirin.”

Dîsa di heman daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku li rojavayê Tirkîyê bi qanûnan birîna darên zeytûnan jibo şîrketan tên kirin û li Kurdistan’ê jî bi hinceta “Terorê” daristan tên birîn û xweza bi van polîtîkayan tê talankirin.

Parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Dilşat Canbaz dîyar kir ku ev 2 sal in bênavber talankirina daristanên Şirnex’ê pêk tê.

“Pêwîst e ku ev were gotin ku ev polîtîkayekî şerê taybet e. Şewitandin û birîna daristanan ji alîyê desthilatê vê di bin navê ewlehîyê tên birîn. Di serî de Şirnex, li Dersîm, Xozat û Çewlîk’ê jî daristan tên talankirin.

Herwiha endama Rêvebirîya Komela Hawirdorê ya Munzur Hatun Esen jî destnîşan dike ku birîna daristanên Şirnex’ê dilên wan dişewitîne.

“Ji rojavayê Tirkîyê li erdnîgarîya Kurdistan û herema Dersîm’ê pêketina agir, çêkirina bendav û HES’an û bi vê girêdayî talankirina xwezayê zêde nayê dîtin. Lê mînak talankirina xwezaya Karadenîz’ê dibe sedema nerazîbûnên mezin. Qey talankirina xwezaya Kurdistan û herema Dersîm’ê ne parîyekî vî welatî ye?” Wê got

Hejayî gotinê ye ku di dawîya daxuyanîyê hat xwestin ku divê demildest dawî li birîna daristanên Şirnex’ê û sûcên dijî xwezayê werin rawestandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG