Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Donetska Cudaxwaz Cezayê Mirinê Da 3 Bîyanîyên ku bo Ukrayna Şer Kirin


iden Aslin û Shaun Pinner yên Brîtanî û Brahîm Saadoun yê Fasî, 7 Hezîran,2022.
iden Aslin û Shaun Pinner yên Brîtanî û Brahîm Saadoun yê Fasî, 7 Hezîran,2022.

Du welatîyên Brîtanya û yek jî yê Fasê îro Pêncşemê ji alîyê dadgeheke li Komara Gel ya Donetsk (DPR), ku yek ji alîgirên Rûsyayê li rojhilata Ukrayna ye, bi darvekirinê hatin ceza kirin.

Dadgehê sê zilam - Aiden Aslin û Shaun Pinner yên Brîtanî û Brahîm Saadoun yê Fasî - sûcdar dît, jiber " bi armanca destdayî na ser desthiladarîyê û hilweşandina sîstema destûrî ya DPR pêkanîna çalakî û kiryarên leşkerî yên dravî", ajansa nûçeyan ya Interfax ragihand.

Ev sê zilam dema ku ew bo Ukrayna dijî Rûsya û hêzên bi piştgirîya Rûsî şer dikirin, hatine girtin, piştî ku Rûsya di 24'ê Sibatê de Ukrayna dagir kir.

Parêzerê wan dîyar ku wê dijî biryarê serî li dadgehê bidin.

Brîtanya biryara dadgehê wek "darizandinekî sexte" bi nav kir.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss li ser Twitterê bertek nîşan da û wiha got:

"Ez cezakirina Aiden Aslin û Shaun Pinner ji hêla alîgirên Rûsî ve li rojhilata Ukrayna bi tevahî şermezar dikim. Ew dîlên şer in. Ev biryarake avakirî ya sexte ye û ti bingeha wê ya rewa tuneye."

Berdevikê Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî got ku li gor Peymana Cenevre, dîlên şer xwedî mafê parêzbendîya şervanan nin û divê ew jiber beşdarbûna şer, neyên darizandin.

Kêmtir ji 24 demjimêran berîya ku biryar were dayîn, Pinner û Saadoun tawanbarîyên bi karanîna tundîyê destdayîna ser desthilatdarîyê qebûl kirine; vîdyoyek ku ji dadgehê ji hêla ajansa nûçeyan ya RIA Novosti ve hatî parve kirin nîşan da.

Dadgehkirina bilez bi piranî li pişt deriyên girtî hate kirin.

XS
SM
MD
LG