Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu di roja yekê ya Cejna Ramazanê de serdana Nurdax ya Entabê kir.
Davutoglu li wirê got ku ewê bi hevkarîyê rojên dijwar derbaz bikin.
‘’Emê hemî bendan derbaz bikin, emê bi hevre van demên dijwar li dû xwe bihêlin.’’
Davutoglu, di kanala Fox TV ya Tirkîyê de jî li ser vîdyoya berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ya navê ‘’Alevî’’ peyîvî.
"Kiliçdaroglu dixwaze hişmendîyeke hevbeş çêke. Em jî piştgirîya Kiliçdaroglu dikin. Divê em li gor mezhebi û nijadan însanên xwe ji her cihê nekin."
Jêder: Twitter, Partîya Siberojê