Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu Sîstema Hikûmeta Tirkîyê Rexne Kir


Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu di civîna avakirina Partîya Gelecek (Partîya Siberojê) axifî.

Davutoglu sîstema hikûmeta Tirkîyê rexne kir û dîyar kir ku bi vî awayî demokrasî çênabe.

‘’Armanca me ya bo sîstema sîyasî, demokrasî ye’’ Davutoglu got.

Wî bal kişand ser mafên mirovan yên bingehîn û da zanîn ku bi taybetî perwerdekirin û xizmetên saxlemîyê mijarên girîng in.

Hêjayî bîrxistinê ye, Davutoglu ji 2014’an heta 2016’an serokwezîrtîya Tirkîyê kiribû lê dû re ji hêla Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan ve ji posta xwe hatibû dûrxistin.

Pisporên sîyasî dibêjin partîyên ku nû werin damêzrandin dikarin dengên mezin ji AKP’ê bistînin û zararê bigehînin desthilata Erdogan.

XS
SM
MD
LG