Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîşa Rojava Sekreterê Partiya Wekhevî Digre


Ridwan Sîdo
Ridwan Sîdo

Roj înê Asaîyşa Rojava li Bakurê Sûriyê sekreterê Partîya Wekhevîya Demoqratîk a Kurdistanî, û endamê desteya serokatî ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, Ni'met Dawûd girt.

Li gorî daxûyanîya Partiya Wekhevî ku roja Şemîyê li ser rûpela xwe ya Facebookê weşand, got roja Înê danê êvarî Asayîşa Rojava sekreterê partiya wan girt û ew cihê wî nas nakin.

Ni'met Dawûd
Ni'met Dawûd

Endamê ofîsa yasayî ya ENKSê, parêzer Ridwan Sîdo, ji Dengê Amerîka re girtina birêz Dawûd teqez kir.

Her wisa parêzer Sîdo dîyar kir ku ew ti parêzeran bo Dawûd destnîşan nakin, ji ber ew dadgehên Rêveberîya Xweser rewa nabînin, û dibêje ku endamên ENKSê ji bo nêrînên xwe yên siyasî tên girtin.

Parêzer Sîdo bang kir ku divê hemû girtiyên siyasî yên ENKSê serbest bêne berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bûyerên Efrînê Asayîşa Rojava sekreterê Tevgera Çaksazî Fêsel Yûsif jî girt.

Jêderên nêzîkî Rêveberîya Xweser dibêjin ev girtin têkilî bi bûyerên Efrînê hene.

Ta niha girtiyên ENKSê yên li gel Asayîşê rastî çi dadgehan nebûne.

Raporta Zana Omer 14_04_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00

XS
SM
MD
LG