Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayikeke Kurd li Kurê Xwe yê Hindabûyî Digere


Mihemed Mîrza Mîrza û dayika wî Şirîna Mîro
Mihemed Mîrza Mîrza û dayika wî Şirîna Mîro

Bajarê Wanê ku bi derbazbûna pêlên penaberan yên ser sînorê Îran û Tirkîyê tê rojevê, çîrokên xemgîn li pey xwe dihêle.

Gelek penaber di vê rêwîtîya dijwar de, bo fîdye tên revandin, kuştin û hin ji wan jî bi sedema şert û mercên dijwar canên xwe ji dest didin.

Dayîka Kurd Şirîna Mîro
Dayîka Kurd Şirîna Mîro

Şirîna Mîro ya ku ji Kurdên bakurê Surîyê ye, ev du sal in li kurê xwe yê hindabûyî Mihemed Mîrza digere û dibêje ku piştî kurê wê ji sînorê Îranê derbazî bajarê Wanê bûye, wê careke din agahî ji wî nestandiye.

“Kurê min li Hewlêre di 16’ê Adara 2020’an de ji alîyê kaçaxçiyê bi navê Ehmed Soran ve, ligel hevalê wî û kurê birayê min - dema ku Erdogan rê li ber alemê vekir û got herin Ewrupa- ew şandin Urmîyê ya Îranê. Ji Îranê ew anîn Çaldirana Wanê,” dayik Mîro dibêje.

Li gor Mîro, kurê wê Mîrza yê 21 salî, bo wê peyama deng şandîye û di dengê pêşîn de dibêje ku “Ez xilas bûm, hatim erdê Tirkan û li gundekî dibim mêvan.”

Piştre Mîrza dengekî din bo dayika xwe dişîne û dibêje “Em meşîyan çûn gund û li wê derê em îxbar kirin û leşkerên Tirk em girtin.”

Dayika Mîrza Mîro ku li Danîmarka dijî, got ku ew piştî dengê kurê xwe çûye Îranê û Herema Kurdistana Îraqê û bi karbidestan re hevdîn kiriye, lê wê ti encam bi dest nexistiye.

“Piştî ku min ji karbidestan ti encam nestand, min ji hin kesitîyan û qaçaxçîyan alîkarî xwest û wan jî 10 hezaran dolarên min xwarin û ez xapandim, “ dayik Mîro dibêje.

Mîro bi Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî hevdîtin pêk anîye û bo peydakirina kurê xwe alîkarî xwestiye.

Ew dibêje ku karbidestên walîtîyê du roja bi wê re li kurê wê gerîyane, lê tî agahî bi dest nexistine.

Mîro bo dîtina kurê xwe Mihemed Mîrza banga alîkarîyê dike.

“Hêvîya min ji xwedê ye. Ez bang li hemû kesên dilovan dikim ku bibin alîkar û kurê min peyda bikin. Ez rîca dikim, gazî dikim birêz Erdogan, Nêçîrvan Barzanî dikim; bila alîkarîya min bikin û kurê min bibînin. Ez gazî reîsê Komara Îranê dikim. Ji xweda re dua dixwazim ku ew bo xatirê xwedê alîkarî bide min.”

Dengê Amerîka ji Walîtîya Wanê pirsî ku Mîrza bi dengê xwe ji dayika xwe re gotiye ku ew ji alîyê leşkerên Tirkîyê ve hatiye desteser kirin.

Karbidestên walîtîyê ev yêk red kirin û dîyar kirin ku ji alîyê leşkerên Tirk ve ti kesên bi navê Mihemed Mîrza Mîrza (Mohamad Meirza Meirza) nehatiye desteser kirin.

Hun dikarin tevahîya raportê ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Dayîka Kurd Dixwaze Kurê Xweyê Penaber Bûyî, Peyda Bike
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00
XS
SM
MD
LG