Zilamê ku îdia kiribû ku li hindurê trombîla wî ya li nêzî Kongresa Amerîkî bombe heye, piştî çend saetan xwe radestî hêzên ewlekarîyê kir.
Polîsan ragihand ku navê wî kesî Floyd Ray Roseberry e û ew 49 salî ye û ji istana North Carolina ye.
Polîsan da zanîn ku Roseberry ji trombîla xwe hate derxistin û ber bi navendeke polîsan hate birin.
Karbidestan demeke zûtir ya îro ragihandibû ku li trombîleke gumankirî ya dervayê avahîyê Pirtukxaneya Kongresê bombe hebe û divê ti kes nêzîkî wê derê nebin.
Polîs herwiha ji karmendên Kongresê xwestibû ku têkevin nav ode û ofîsan û derîyan dadin û ji şibakeyan dûr bisekinin.