Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xebatên Lêgerîna Qûrbanîyan Lihevqelibîna Firok û Helikopterê li Washingtonê Didomin

Firokeke rewîyan û helîkoptereke leşkerî ya Amerîkî derengîya Çarşemê li hev qelibîn, bîn dema ku firoke jibo daketinê nêzî firokxaneya Neteweyî ya Ronald Reagan li nêzî Washingtonê bû.

Rêvebirîya Esmanî ya Federalî ragihand ku firokeya rewîyan ku ji hêla American Airlines ve tê xebitandin, ji Wichita, Kansas rabûbû û dema jibo daketinê nêzî pistê bû li dora saet 9’an de bi helîkoptera Black Hawk ya Artêşa Amerîkî qelibîye.

American Airlines ragihand ku li firokê 60 rewî û 4 xebatkar hebûn.

Karbidestan got ku 3 leşkerên Artêşa Amerîkî li helîkopterêe bûn, ku firîna perwerdeyê dikirin.

Karbidestan heta niha di derbarê jimara kuştîyan ti jimar eşkere nekiriye. Lê, Senatorê Amerîkî Roger Marshall yê Kansasê got ku piranîya kesên li firokê bûn, mirine.

Medya ji zarê jêderên cuda radigihîne ku di qezayêde gelek kes jiber qelibandina firoke û helîkopterê mirine.

Pentagonê da zanîn ku wan dest bi lêpirsînekê kiriye.

Serok Donald Trump, di posteke platforma Truth Social de ser kiryarên tîma helîkopterê peyamek da.

"Ev, rewşeke xirab e ku wiha xuya ye divêbû were asteng kirin. NE BAŞ E !!!, "wî got.

Medya Amerîkî ragihand ku li nava firokê jimareke sporvan, hînker û endamên malbatên wan jî hebûn ku ji şampîyonîya li Wichita vedigerîyan.

Hêjayî balkişandinê ye ku operasyoneke mezin ya lêgerîn û rizgarkirinê sibeha îro Pencşemê li nav avên Çemê Potomac jibo dîtina qûrbanîyan û bermahîyên firoke û helikopterê didome.

Jêder: AFP, Reuters

This item is part of
XS
SM
MD
LG