Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest Dibêjin di Lihevqelibîna Firok û Helikopterê de Kesek Sax Nefilîtîye


Berpirsê rêvebirîya agirvemirandinê ya paytext Washington, DC, John Donnelly îro got ku di rûdana lihevqelibîna firok û helikopterekê de pirtir ji 60 kes hatine kuştin.

“Heta niha 28 term ji çem hatine derxistin. Ev felaketa herî kujer ya esmanî ya li Amerîka ye ku di deh salên borî de qewimîye. EXebatên me didomin ku hemî termên qurbanîyan bihênîn hezkirîyên wan.”

Donnelly di preskonferansa vê sibê de li Washingtonê got ku di vê demê de em ne bawer in ku ti kes sax mane.

Do êvarê firokeke rêwîyan ya kompanîya American Airlines û helîkopterek Black Hawk ya leşkerîya Amerîkî li hev qelibîbûn û ketibûn nava Çemê Potomac ya nêzî Firîngeha Neteweyî ya Reagan li Washingtonê.

American Airlines jî piştrast kir ku di dema qezayê de 60 rêwî û 4 xebatkar li nava firok hebûn. Karbidestekî Amerîkî jî got ku li helîkoptera ku di firîna perwerdeyî de bû, sê leşker hebûn.

Wezîrê Veguhastinê yê Amerîkî Sean Duffy jî got ku hem helîkopter hem jî firok di rêkên normal yên firînên xwe de bûn û tiştekî ecêb tunebû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG