Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC Hişyarî Dide Amerîkîyan ku jiber Asta Xeter ya COVID-19 Seredana Tirkîyê Nekin


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîkî (CDC) ragihand ku Tirkîye di Asta 4’an ya dewletên cîhanê ye ku metirsîya rewşa COVID-19 pir bilind e.

CDC ji hemwelatîyên Amerîkî xwest ku jiber asta bilind ya belavbûna COVID-19 hemî seredanan ji Tirkîyê re betal bikin.

“Jibe rewşa heyî li Tirkîyê, hema rêwîyên bi tevahî vaksînkirî jî di bin xeterîya pêketin û belavkirina COVID-19 de ne. Loma divê ew hemî planên rêwîtîya ji Tirkîyê re betal bikin.”

CDC bal dikşîne ku ger çûyîna Tirkîyê mecbûrî be, divê rêwî bi tevahî werin vaksîn kirin.

“Divê hemî rêwî rûberkê (maske) bi kar bînin, nekevin cîhên şenîbar û ji kesên din dora du metreyan dûr bisekinin û herwiha tim destên xwe bişon.

XS
SM
MD
LG