Cîgirê Dîrektorê CIA David Cohen îro Çarşemê, bê ku navê rêberê Hamasê, Yahya Sinwar bîne ser zarê xwe, got ku çarenivîsa lihevkirina agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê, bi giranî girêdayî rêberê Hamasê ye.
Cohen di civîna îstixbaratî û ewlekarîya netewî ya li Washingtonê de got ku Îsraîlî di danûstandinan de helwesteke cidî nîşan didin.
Navbeynkarên Amerîkî, Misirî û Qeterî xebatên xwe didomînin ku di navbera her du alîyan de lihevkirinek çêkin û rê li ber şerekî berfireh yê herêmî bigirin.
"Dibe ku carna kêlîyên wiha çêbin ku mirov dikare ji malwêranîyeke mezin vegere, lê bawer nakim ku kesek bikare bi hêsanî hewilên kontrolkirina girjî û alozîyên li wê derê cîhanê kontrol garantî bike,” Cohen ser hewilên agirbestê got.