Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Jibo Danûstandinan li Şamê Ye


U.N. mediator for Syria Staffan de Mistura
U.N. mediator for Syria Staffan de Mistura

Şanderê taybet yê Neteweyên Yekbûyî(NY), Staffan de Mistura bi serdanekê li paytaxt Şamê ye û derbarê rewşa Sûriyê hevdîtinan ligel berpirsên wî welatî encam dide.

Reuters radigihîne ku Staffan de Mistura li gel wezîrî derve yê Sûriyê Walîd al-Mualim civîya û jê re gotiyê ku divê karbidestên hikûmeta Sûrî piştevaniyek xûrtir bide agirbesta heyî ku di rewşeke xirab de derbas dibe.

Mistura herwiha ji hikûmeta Sûrî hatiye xwestiye ku rê bê xweşkirin ku alîkariyên mirovahî bigehin hemû kesên pêdivî.

De Mistura li Şamê jibo rojnamevanan xuya kir ku ewê danûstendinan di warê agirbest û pirsa şerên li Sûriyê de, ligel berpirsên hikûmeta Sûrî pêk bînin.

Hikûmeta Sûrî jî ji Mistura re gotiye ku ewê bê şert û merc beşdarî civînên Cenevre bibin ku li ber e 15ê Nîsanê destpê bibin.

XS
SM
MD
LG