Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Malbata Dedeoglu Dibêje Kuştina 7 Kesan Karekî Profosyonel E


Li Tirkîyê 7 kesên ji malbata Dedeoglu, ku Kurdên herêma Qersê bûn, di 30’ê Tîrmehê 2021’an de li taxa Hasankoy ya bajarokê Meramê li Konya hatibûn kuştin.

Yaşar Dedeoglu, hevjîna wî Îpek, sê keçên wan Sîbel, Serpîl û Serap û kurên wan Bariş û Metîn bi 20 guleyan hatin kuştin û dure jî mala wan hat şewitandin.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut di derbarê rapora otopsî ya pêşîn got ku di êrîşê de pirtir ji 20 gule hatine reşandin.

“Ew yek guman li ba me çêdike ku kuştinkarî ji hêla pirtir ji yek kesî ve bi zêdeyî çêkekî hatiye kirin. Ev kuştinkarî bi rengekîprofesyonel hatiye kirin û piranîya qurbanîyan bi guleyên li serê wan hatine reşandin, hatine kuştin,” Karabulut ji ji tora nûçeyan ya serbixwe Bianet re got.

Wî dîyar kir ku wan ji serdozgerîyê agahî bi dest xistine ku têkilîya sûcdar bi malbata ku êrîşa berê pêk anî re heye û niha 10 kes deteserkirî ne.

Karabulut daxuyanîya ofîsa serdozgerîya Konyayê rexne dike ku gotibû bûyer ne kiryareke ser nefreta nijadî ye.

"Daxuyanîyeke wiha bilî parastina êrîşkaran, ne tiştek din e. Ji daxuyanîyên şahîdan dîyar dibe ku ev êrîş bi armancên nijadperestî hatiye kirin. Li şûna ku daxuyanîyeke bi wî rengî bidin, divê lêpirsîn bikin ka ev komkujî bi armancên nijadperestî hatiye kirin yan ne.”

Karabulut bi berdewamî got ku li wê herêmê şênîyeke mezin ya Kurd dijî û daxuyanîyên wiha fîkaran li ba gel çêdike.

"Polîtîkaya bêcezakirinê, berdana kesên desterkirî bû sedema vê hovîtiyê. Heya niha, em nizanin ku kesên binçavkirî berê beşdarî êrîşê bûne yan ne. Lê, em bawer dikin peywendîya wan kesan bi êrîşkar yan bi êrîşkaran re heye.”

XS
SM
MD
LG