Karbidestekî Koşka Sipî got ku hikûmeta Amerîkayî bi tevahî hikumranîya cîhanî ya hişberîya Çêkirî (AI) red dike, û hişyarî da ku qebûlkirina vê teknolojîyê nikare bibe egera siberojeke geş, eger ew bibe cihê burokrasî û kontrola navendî.
Michael Kratsios, Rêvebirê Ofîsa Zanist û Siyasetên Teknolojî li Koşka Sipî, îro Înê li Hilcivîna Bandora AI li Hindistanê got ku gelek kombendên navnetewî, wekî Diyaloga Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî bo Hikumranîya AI, “atmosfereke giştî ya tirsê” vedihewîne. Wî banga guhertina tirsê bi hêvîyê kir.
“Em nikarin rê bidin AI ku bibe bingeha siberoja pirbûnê, bêyî ku em wê bikar bînin, wekî çawa hêza navokî çend dehsalan wisa bû,” wî da zanîn.
Kratsios serokê şanda Amerîkayî ye ku beşdarî Hilcivîna AI li New Delhi dibe.
Wî hişyarî da ku "hewesa îdyolojî ku balê dide rîskê," wekî keşûhewa û wekhevî, dibin behane bo rêvebirina burokratk û navendîkirinê.
Karbidestê Amerîkayî herwiha got ku bi navê ewlehîyê, ev tişt metirsîya bikaranîna van alavan ji bo kontrolkirina zordar zêde dikin.