Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Ez Qirkirina 13 Kesan Şermezar Dikim


Selahattîn Demîrtaş, hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Pêncşemê got ku ew qirkirina 13 kesên ku di destê PKK’ê de bûn, şermezar dike.

Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê Twitterê bi operasyona Tirkîyê ya li Çîyayê Garê ya Herêma Kurdistana Îraqê peyamek weşand.

“Ez qirkirina 13 mirovên me yên di destê PKK’ê de, bi eşkereyî şermezar dikim. Ez êşa malbatan ji dil parve dikim û sersaxîyê ji wan re dixwazim. Ez jiber tiştên ku qewimîn pir xemgîn im.”

Demîrtaş bi berdewamî got ku divê hikûmeta Tirkîyê hesabê operasyona wê dawîyê bide.

“Hikûmetê li şûna rêyên dîplomatîk, jibo armancên sîyasî operasynek li dar xist û bû sedema wê trajedîyê.”

Sîyasetvanê Kurd got ku hikûmet berpirsîya xwe davêje ser HDP’ê û rikeberîyê, lê divê ew hesabê kiryara xwe bide gel.

“Tiştê girîng ev e ku mirov di nava hemî şertan de djî çekan, tundî û şer derkevin û aştîyê pêk bînin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016'an û vir ve bi îdiaya tawanên wek ''avakirina rêxistina terorê” ''endamtîya rêxistina çekdar'' û li Gîrtîgeha Edîrnê ya bakurê rojavayê Tirkîyê zindankirî ye.

XS
SM
MD
LG