Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş ji Zîndanê Ser Rewşa Wanê Bang li Serokomar Erdogan Dike


Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş yê Zîndan kirî
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş yê Zîndan kirî

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ser bûyerên li Wanê bang li Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku ‘’dijî binpêkirina hiqûqê’’ bisekine.

Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê îro Sêşemê dîyar kiribû ku serketîyê hilbijartinên herêmî, Berbijarê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan jiber sînordarkirina mafan nikare mazbata bistîne, û mazbata dabû Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Abdulahat Arvas ku di hilbijartinan de li rêza duyê bû.

Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrne bi nameyekê got ku ew dixwazin ku Erdogan li gor axaftina xwe ya piştî hilbjartinê tevbigere.

‘’Ez bang li rêzdar serokomar dikim. Şeva hilbijartinê te gotibû ku hûnê jibo îradeya gel rêzdar bin û we peyam jî sitandiye. Mixabin, bûyerên li Wanê diqewimin ne li gor peyamên te ne. Em dixwazin ku hûn ji serî de rê li ber vê rewişê bigirin.’’

Wî dîyar kir ku Erdogan serokê welêt e û divê ew rê li ber hewildanên ser girtina derîyên dîyalogê bigire.

Demîrtaş bi berdewamî bang li gel, alîgirên demokrasîyê û partîyên sîyasî kir ku dijî ‘’binpêkirina hiqûqê’’ bisekinin.

Sîyasetvanê dêrîn got ku niha ne dema girjî û pevçûnê ye û banga avakirina aştîyê kir.

Ji alîyê din vê Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel şandeyek erkdar kir ku here li Wanê ser bûyeran vekolînê bike.

Di nav şandeyê de parlamanterên CHP’ê Sevda Erdan Kiliç, Sezgîn Tanrikul û Mahmut Tanal hene.

Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk ser bûyerên li Wanê got ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) wê biryara dawî bide.

Çelîk dîyar kir ku komîsyona hilbijartinê ya Wanê jiber sînordarkirina mafên hilbijartinê biryareke wisa daye û got ku hikûmet nikare rastexwe mudaxale li vê mijarê bike.

XS
SM
MD
LG