Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Dibêje ku Zindankirina Demîrtaş Mafê Wî Binpê Kiriye


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê biryar da ku zindankirina Selahattîn Demîrtaş ya bi dema dirêj, mafê wî binpê kiriye.

“Girtina Demîrtaş ya bi awayekî dirêj ya nemaqulane mafê wî yê azadîyê binpê kir, loma divê tazmînana diravî ji wî re were dayîn,” biryara ku îro Înê hate weşandin, dîyar kir.

Demîrtas, ku yek jî sîyasetvanên herî navdar yê Tirkîyê ye, ji Mijdara 2016an vir ve, bi îdiayên girêdayî terorê li zindanê tê girtin û ger ew sûcdar were dîtin rûbirûyê heta 142 sal cezayê zindanê ye.

“Tevî ku biryara dadgehê derheqa girtina wî ya heta Îlonê ye, divê ew biryar herwiha ser fermana girtina wî ya duyê jî karîger be jiber ku ew jî li ser bingeha heman sedemê bû û êdî girîngîya wê ya qanûnî nemaye,” Mahsunî Karaman, yek jî parêzerên Demîrtaş li ser Twitterê got ku.

Karaman daxwaza berdana demûdest ya Demîrtaş kir û got ku ji alîyê qanûnî bingeha girtî hêlana Demîrtaş nemaye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş di Mijdara 2016’an de hatibû desteser kirin û ji wê çaxê vir ve li Girtîgeha Edîrnê ya rojavayê Tirkîyê girtî ye.

XS
SM
MD
LG