Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Careke Din Hate Ceza Kirin


Dadgeheke Tirk dijî sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş, bi tawana “heqaret li serokê Tirkîye kiriye" 3 sal û 6 meh ceza birî.

Dadgehê li ser axaftina Demîrtaş ya sala 2015’an ya li Stenbolê kirîbû bi tawana “heqaret li serokê Tirkîye kiriye" dijî Demîrtaş doz vekirîbû û îro roja Duşemê ev doz li Stenbolê hat dîtin.

Sîyasetvan Demîrtaş jî ji zindana Edîrne bi sîstema deng û dîmen (SEGBIS) tevlî runîştana dozê bû û wî got ku ew bi salan e sîyasetê dike û wî heqaret li serok nekiriye.

“Jiber ku min biryarên polîtîkayên derve yên Tirkîye rexne kiriye, li dijî min gelek dozên heqaretê hatine vekirin. Min hikûmet rexne kir. Min yekser serok û serokwezîr hedef negirt. Û rexnekirina hikumetê erka civaka demokratîk e.” Wî got.

Piştî ku parêzerên Demîrtaş jî li dadgehê parastin kirin dadgehê piştî navberek kurt biryara xwe eşkere kir û 3 sal û 6 meh cezayê zindanê wî birî.

Parêzerê Demîrtaş Firat Epozdemîr piştî biryara dadgehê axifî û got ku Demîrtaş piştî vegera Rusya’yê di axaftina xwe ya wî demî de ti heqaret li ti kesî nekir.

“Axaftina Demîrtaş bi temamî sîyasî bû û rexneyên sîyasî kirîbû. Wî demî Demîrtaş wek hevserokê giştî yê partîya duyan ya herî mezin a Tirkîye axafîbû û jiber vê axaftinê jî bi awayekî dijî hiqûqê îro ceza li Demîrtaş hat birîn.”

Firat Epozdemîr
Firat Epozdemîr

Parêzer Epozdemîr bi berdewamî dîyar kir ku biryara dadgehê ya di derbarê Demîrtaş de bi temamî sîyasî ye û wî got ku ewan serî li dadgeha bilindtir da.

“Jiber ku biryara dadgehê dijî hiqûqê û biryareke sîyasî ye dibe dadgeha bilindtir jî vî cezayî xira neke. Berîya niha jî dema berdana Demîrtaş hatibû rojevê, dadgeheke Tirk bi awayekî lez û bez ceza li Demîrtaş birîbû. Jiber vê yekê jî dibe ku dadgeha bilintir bi awayekî lez û bez biryareke wiha ya dijî hiqûqê bide.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016'an û vir ve bi îdiaya tawanên wek ''avakirina rêxistina terorê” ''endamtîya rêxistina çekdar'' û “propagandaya rêxistina terorê” li Gîrtîgeha Edîrnê ya bakurê rojavayê Tirkîyê zindankirî ye.

MEB_21_03_21_Cezakirina_Demîrtaş_F_Epozdemîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG