Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hember Demîrtaş û 107 Kesên Din Dozeke Nû ya Girêdayî Bûyerên Kobanê Vedike


Dozgerên Tirk îro Çarşemê dijî 108 sîyasetvanên Kurd, ku di nava wan de Selahattîn Demîrtaş jî heye, girêdayî bûyerên Kobanê yên sala 2014’an îdianameyeke nû amade kir.

Reutersê ji zarê ajansa Anadolu ya dewleta Tirk ragihand ku dozgerî ji wan 108 kesan re, ji 37 dozên cihê yên bi îdiaya kuştinkarî, têkbirina yekîtîya gel û binpêkirina yekbûna sînorên netewî cezayên curbicur xwestine.

Di xwepêşandanên Kobanê de Kurdên Tirkîyê rabûbûn ser pêyan û helwesta hikûmetê ya temaşekirina êrîşên ser Kobanê yên ji hêla Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve bi tundî şermezar kiribûn.

Civata Mezin ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî hefteya borî derbarê serlêdana binpêkirina mafê Selahattîn Demîrtaş biryara xwe ragihandibû û ji hikûmeta Tirkîyê xwestibû ku Demîrtaş demûdest azad bike.

Dadgehê biryar dabû ku armanca girtina Demîrtaş ya çar salan li zindanê veşartina sînordakirina qada sîyasetê ye.

Civata Mezin ya dadgehê gotibû ku girtina Demîrtas ya bê dadgehê, bêguman peyameke xirab ji hemwelatîyên Tirkîyê re şandiye.

Dadgehê di 2018’an de biryar dabû ku Tirkîyê mafê Demîrtaş ya darizandinê binpê kiriye û binçavkirina Demîrtaş bi awayê ne rewayî dirêj kiriye ku wî di dema hilbijartinan de li zindanê girtî bihêle.

Demîrtas di meha Îlona 2018’an de bi îdiaya tawanên girêdayî terorê hatibû ceza kirin, lê berê wê biryarê jî du sal li zindanê hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG