Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Gotûbêjên Dor Pirtûkên Selahattîn Demîrtaş Didomin


Sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş di Mijdara 2016’an de bi heceta "avakirina rêxistinê", "endamtîya rêxistina terorê" hatibû girtin.

Demîrtaş nêzî sê sal in ku li Girtîgeha Edîrne ye û wî li wê derê heta niha sê pirtûkên bi navê “Seher”, “Devran” û “Leylan” nivîsîn.

“Seher” û “Devran” ji alîye bi sedhezaran kesan ve hat xwendin û rexneyên baş ji wna du berheman re hatin.

Pirtûka dawî ya Demîrtaş “Leylan” jî dê 22’ê vê mehê tê çap kirin.

Berî çar rojan pirtûka Demîrtaş ya bi navê “Devran”ji alîyê şanoger û lîstikvan Julîde Kural û şanoger Omer Şahîn wek şano hat pêşkêş kirin.

Şano ji alîyê gelek sîyasetvanên Partîya Gel a Komarî (CHP) û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat temaşe kirin.

Piştî lîstika şanoyê, hem Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan hem jî Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu bertekên tund nîşan dan.

“Berhema kesê ku ji sûcê terorê li zindanê tê girtin, temaşe dikin. Hûn bi xwe şano ne,” Erdogan roja Sêşemê bi awayekî tund gotibû.

Piştî van daxuyanîyên hişk givaştinên ser çapxaneyan zêde bûn ku berhemên Demîrtaş nefiroşin û Sazîya Posta û Telgrafê (PTT) ya dewletê jî firotina pirtûkan ji malpera xwe bi dawî anî.

Nivîskar Azad Sagniç ji Dengê Amerîka re got ku mirov nikare berhemeke wêjeyî wek pirtûkeke terorîzmê bi nav bike.

“Naveroka pirtûkên Demîrtaş baş an na tiştekî din e, lê Serokomar Erdogan û Soylu li ser Demîrtaş re dijmintîya Kurdan dikin. Di nava Kurdan de û di nav CHP’ê de berhemên Demîrtaş hêja û nirxdar tên dîtin.”

Sagnic dîyar kir ku bertekên ku ji berhemên Demîrtaş re têne dayîn helwesta dewletê ya hember Kurdan nîşan dide.

MEB_15_01_2020_Demîrtas_Pirtûk_Sagnic
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG