Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojeva Tirkîyê Biryara ECHR’ê ya Ser Demîrtaş E


Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) roja Seşêmê biryara xwe ya jibo sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş eşkere kiribû.

Di vê biryarê de dadgehê hemî gotinên rayedarên Tirk yên dijî Demîrtaş yek bi yek nirxandibû û hemû îdiayên dadgerîya Tirkîyê yên li hemberî Demîrtaş pûç kiribûn. Jiber vê yekê jî ECHR ji Tirkîyê xwestibû ku Demîrtaş bi lêzûbez azad bike.

Bi derbazbûna 3 rojan jî heta niha Demîrtaş nehatiye berdan. Lê nîqaş û daxuyanîyên ser biryara ECHR’ê di rojeva Tirkîyê de cîhekî berfireh digire.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî biryara ECHR’ê got ku ew biryar sîyasî ye. “Ne pêkan e ku biryarên ECHR’ê bikeve şûna biryarên dadgehên me. Li dadgehên me hêj darizandina Demîrtaş didome.”

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu jî got ku ti wateya biryara ECHR tuneye. Soylu, sîyasetvanê navdar yê Kurd Demîrtaş wek terorîst bi nav kir.

Li alîyê din, Serokê Partîya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî ser biryara ECHR ya di derbarê Demîrtaş de bertek nîşanî daxuyanîyên Erdogan da.

“ECHR biryarekê dide, divê herkes biryarên ECHR’ê bicîh bîne. Ne tenê Tirkîye, welatên din ên soz dane ku biryarên ECHR’ê pêk bînin û di qanûnên xwe de cîh dane vê yekê mecbur in ku biryarên ECHR’ê pêk bînin.”

Dîsa nûnerên partîyên wek Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Sibêrojê (Gelecek) û Partîya Baş (Îyî Partî) jî ragihand ku li gor qanûna bingehên ya Tirkîyê, divê biryarên ECHR’ê bi cîh werin.

Demîrtaş, ku ji Mijdara sala 2016’an û vir ve li Zindana Edîrne girtî ye, ragihand ku bi biryara ECHR’ê careke din dîyar bû ku ew dilgirtîyê sîyasî ye.

Hêjayî birxistinê ye ku her çiqas piştî biryara ECHR parêzerên Demîrtaş jibo berdana wî serlêdana dadgehê kiribin jî ew heta niha nehatiye berdan.

Hiqûqzanên li Tirkîyê bi bîr dixin ku ger Tirkîye biryara ECHR’ê bi cîh neyine, dibe ku ew ji Konseya Ewrupa jî were derxistin.

MEB_25_12_20_ECHR_Demîrtaş
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00

XS
SM
MD
LG