Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Bang Dike ku Opozîsyona Tirkîyê Dijî Erdogan Bibin Yek


Ajansa Reuters îro Duşemê hêvpeyvînekî ku bi hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP ) Selahattîn Demîrtaş re kiriye, weşand.

Ajansê got ku pirsên nivîskî yên Reuters bi rêya HDP û parêzerê Demîrtaş ji wî re hatine şandin û wî ji girtîgeha Edîrne bersîv daye.

Demîrtaşê ku ji 2016'an vir ve di zindanê de ye, got ku opozîsyona Tirkîyê divê hemberî zordestîya zêde ya li welat û dijî gavên bi armanca perçekirina opozîsyonê bibe yek.

Wî bal kişand ku doza girtina partiya wî HDP'ê jî yek ji wan gavan e.

Demîrtaş ji Reuters re got ku hevrikên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê serok Tayyîp Erdogan û hevalbendên wî yên neteweperwer pêwîste ku ser prensîbên demokratîk yên hevbeş, li hev bikin.

Wî destnîşan kir ku hevrikên desthilatdarîya Erdogan şûna sekina heya hilbijartinên 2023'an divê hevalbendîya demokratîk ava bike.

" Zext, zordestî û hilweşîn her roj zêde dibe. Ji ber vê yekê, bêyî ku li benda hilbijartinê bimîne, ji îro ve tifaqaka demokrasîya rastîn ewê pir watedar û hêja be, " Demîrtaş got.

Wî, bi berdewamî wiha got:

" Divê tevahîya partîyên ku dixwazin jibo demokrasîyê di gel hevûdin tekoşîn bikin divê werin ba hev."

Hewdem, Demîrtaş bahsa rewşa xweya kesane ya 4.5 sal ya li zindanê jî kir û got ku ew pir baş e, bihêz e û moralî wî baş e, wîjdana wî rehet e.

Wî bi bîr xist ku ew nîvê şevêkî bi rengek neqanûnî ji malên xwe hatin revandin û ew hatine kirine dilgirtîyên sîyasî lê ew jiber vê sedemê serbilind in.

"Kesên ku me avêtin vir di şerm û tengasîyê de ne. Ew di rûpelên qirêj yên dîrokê de cîhen xwe girtin, ” Demîrtaş got.

Dadgeheke Tirk bi sedema heqareta dijî Erdogan meha borî 3.5 sal cezaya zindanê dabû Demirtaş. Lê, doza sereke ya ldijî wî berdewam dike.

Demîrtaş bi îdaya tawanên têkildarî terorîzmê ye girtîye ku ew qabûl nake.

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) ragihandibû ku zindanîkirina wî

sînorkirina azadiyên siyasî ya bêdengkirina cûdabîran e û biryara demûdest serbestberdana wî dabû.

Lê, Tirkîyê biryara ECHR heya niha bicîh nekiriye û bangên bo azadkirina Demîrtaş paşgoh dike.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê, meha borî bi îdaya tekilîyên mîlîtanî jibo girtina HDP'ê doz vekiribû lê darizandin hîn destpê nekiriye.

Demîrtaş got ku ev gav nîşan daye ku Erdogan û partîya wî AKP prensîbên xweyên damezrandinê dane aliyekî ku ew berê dijî girtina partîyan bûn.

" Bilî domandina desthilatdarîyê, ti armancên wan tuneye. Yek ji armancên doza girtinê, di nav opozîsyonê avakirina pirsgirêkane ye, lawaz kirin û perçekirin e. Divê opozîsyon nekeve vê feqê, ” Demîrtaş got.

Hevalbendê Erdogan yê neteweperest MHP, bi seroktîya Devlet Bahçelî, gelek caran banga qedexekirina HDP'ê kir û Demîrtaş got ku ev givaştinên ser partîya wî zêde dike.

MHP jiber ku AKP girêdayî wê ye ji vê rewşê feydê digire da ku dewletê bi dest xwe bixe û şikil bide, lê ewê ti carî di vê yekê de biser nekeve," Demîrtaş got.

Di doza sereke ya ku Demîrtaş tê darizandin de, ew bi teşwîqkirina xwepêşandanên tund yên li Tirkîyê tê, tawanbar kirin.

Wî, di Cotmeha 2014'an de, di dema êrîşa DAİŞ'ê ya ser Kobanî ya wek hevserokê HDP'ê banga piştvanî ya Kobanî kiribû.

Erdogan jiber parastina Demîrtaş, ECHR wek durû binav kiribû û ew dibêje ku Demîrtaş terorîst e.

Lê, di hevpeyvînê de, Demîrtaş ev sûcdarî red kir û doz wek darizandinek sîyasî destnîşan kir.

Demîrtaş got ku tevahîya pirsîyarîya xwepêşandanan li ser milên AKP'yê ye, jiber ku ew bixwe bû sedema mirina 37 kesan.

Demîrtaş rûbirûyê 142 sal cezayê girtîgehê ye.

XS
SM
MD
LG