Dadgeha Cezayê Giran ya Enqere îro Duşemê biryara berdana Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş da, ji doza serekî ku 142 sal cezayê girtîgehê ji wî re dihat xwestin.
Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demîr got “jiber ku ji dozeke din 4 sal û 8 meh cezayê Demîrtaş heye ew nayê berdan.
Doza Demîrtaş îro li Dadgeha Cezayê Giran a Enqere rûnîştina 11’an pêk hat. Demîrtaş û parêzerên wî tevlî darizandinê nebûn. Dadgehê bi yekdengî biryara berdana Demîrtaş da.
Hêjayî birxistinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve li Girtîgeha Edîrne ye.
Ew bi îdiayên weke “avakirin û rêvebirina rêxistina terorî, propagandaya rêxistinê û pesindana sûc û sûcdaran tê dadgeh kirin û heta 142 sal cezayê girtîgehê ji wî re tê xwestin.