Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Dibêje Amadekarîyên Qanûna Çarçoveyî Nêzî Qonaxa Dawî Bûne

Ayşegül Doğan Berdvka(DEM Parti)
Ayşegül Doğan Berdvka(DEM Parti)

Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku Şandeya Îmralîyê îro re li Parlamentoyê bi karbidestên payebilind yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar re hevdîtineke pêk anî.

Şandeya Îmralîyê ya DEM Partîyê ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Ozgur Faîk Erol pêk tê.

Serokê koma AKP’ê Abdullah Guler, cîgirê serokê AKP’ê Efkan Ala û berdevkê partîyê Omer Çelik beşdarî hevditîna Şandeya Îmralîyê bûn.

Tevî ku heya amadekirina vê raportê, di derbarê naveroka hevdîtînê de, ji herdu alîyan jî daxuyanîye fermî ne nehatîye eşkere kirin. Lê, tê texmîn kirin ku wan xebatên li ser qanûnek çarçoveyî ya jibo peyvajoya çareseriya kêşeya Kurd gotûbêj kirine.

Ji lîyê din ve, berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan îro dîyar ku amadekarîyên ser pêşnivîsa qanûna çarçoveyî ya têkildarî pêvajoya aştiyê ye gihîştine qonaxa dawî.

"Em di qonaxa dawî ya amadekirina vê pêşnivîsê de ne. Amadekarî ber temambûnê ne, û tevî hebûna hin nakokîyan jî, tê plankirin ku pêşnivîsa qanûnê wê bi berçav girtina pêşniyar û nêrînên partiyên siyasî, bi lihevkirinek siyasî ya mezin, were rojeva Parlamentoyê," Dogan got.

Ayşegul Dogan qanûna çarçoveyî wek destpêka qonaxek nû bi nav kir ku dikare jibo pêvajoya aştiyê bingeheke hiqûqî peyda bike û herwiha jibo qonaxên pêş yên wek reformên civakî bibe hevbîrbînek sereke.

Dogan, qanûn wekî destpêka qonaxek nû bi nav kir ku dikare bingehek qanûnî ji bo pêvajoyê peyda bike û ji bo reformên paşê wekî referansek xizmet bike.

Lê, Dogan destnîşan kir ku Serokê Parlementoyê Numan Kurtulmuş yan karbidestên AKP’ê ser anîna pêşnivîsa qanûnê ya pêş parlementoyê, heya niha bername yan demeke taybet nedane DEM Partîyê.

Berdevka DEM Partîyê eşkere kir, ku pêkan e hevserokên DEM Partîyê roja Duşemê bi partîyên desthilatdar û opozîsyonê re jibo şêwirmendîyan hevdîtinên nû bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG