Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dest bi danûstandinên bi partîyên sîyasî re dike.
DEM Partî ser banga çekberdanê ya Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan vê hefteyê û hefteya pêş bi partîyên sîyasê re dicive.
Li gor ragihandina DEM Partî, hevserokên partîyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan wê sibê Duşemê bi Partîya Kedê (EMEP), bi Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) re bicivin.
Şandeya DEM Partî wê roja Çarşemê bi Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP), Partîya Saadetê û Partîya Siberojê re kom bibe.
DEM Partî 17’ê Adarê jî diçe serdana Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û hevbenda wê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP).
Hîn ne dîyar e wê DEM Partî bi Serokomar û Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan re bicive yan ne.
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî ev demek e nexweş e û hîn eşkere nebûye ku ewê beşdarîyê li hevdîtinê bike yan neke.
Peyvajoya danûstandinan meha Cotmehê bi banga Bahçelî destpê kiribû
Bahçelî di komcivîna partîya xwe de gotibû ku Ocalan bi şertê banga sekinandina PKK’ê bike dikare di komcivîna DEM Partî de biaxife û jibo mafê hêvîdarbûnê serlêdanê bike.
Ocalan piştî danûstandinan 27’ê bang li PKK’ê kir ku çekan berda û dawî li xwe bîne.
PKK’ê ser banga Ocalan agirbest ragihand û dîyar kir ku ewê li gor wî tevbigere.
Jêder: Gazete Duvar