Rêvebirîya Hilbijartinê ya Amedê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku ewê pêşhilbijartinên jibo dîyarkirina berbijarê bajarvanîyê jinûve li dar xe.
Hevberdevkê Rêvebirîya Hilbijartinê ya Amedê ya DEM Partî Abbas Şahîn dîyar kir ku di pêşhilbijartinên berê de hin kêmahîyên teknîk çêbûne û daxwaz ji wan hatiye kirin ku ew vekolînê bikin.
Şahîn got ku piştî pêdeçûnan jibo îradeya gel di sindoqan de xwe nîşan bide û jibo ti guman çênebe wan biryar daye ku pêşhilbijartinên Amedê jinûve li dar xin.
Hevberdevka Rêvebirîya Hilbijartinê ya Amedê ya DEM Partî Sultan Yaray jî dîyar kir jibo wan ya girîng demokrasî ye.
Yaray dîyar kir ku barê li ser milên wan ne sivik e û got ku ew dixwazin ku îradeya gel di sindoqan de xwe nîşan bide.
Pêşhilbijartinên jibo berbijarîya bajarvanîya Amedê wê 20 û 21’ê Çileyê li dar kevin.
Rêvebirîya Hilbijartinê ya Amedê bang li delegeyan kir ku beşdarîyê li pêşhilbijartinan bikin.
DEM Partî 14’ê Çileyê jibo Amed û 17 bajarokên wê bi 21 delegeyên xwe pêşhilbijartin li dar xistibûn.
Li tevahîya 17 bajarokan jiber ku di gera yekê de ti berbijarî pirtir ji nîvê dengan nestandibû hilbijartin mabûn gera duyê.
Di rojên borî de sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk, ku jibo berbijarîya bajarvanîya Mêrdînê ketibû pêşhilbijartinan, sîstema pêşhilbijartinan ya DEM Partî rexne kiribû.
Turk di pêşh di gera yekê de 49 ji sedê dengan sitandibû lê jiber ku ti berbijar benda pirtir ji nîvê dengan derbaz nekirîbû pêşhilbijartin li Mêrdînê jî mabû gera duyê.
Li ser encamên gera yekê, Turk dîyar kiribû ku ewê nekeve gera duyê û ew ji sîyaseta aktîf vekişîye.
Jêder: Gazete Duvar