Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşhilbijartina DEM Partî ya jibo Berbijarê Bajarvanîya Amedê Çû Gera Duyê


Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) wê jibo dîyarkirina berbijarê bajarvanîyê yê Amedê gera duyê ya pêşhilbijartinan li dar xe.

DEM Partî pêşhilbijartina jibo dîyarkirina berbijarê bajarvanîyê yê Amedê do Yekşemê li dar xist, lê di gera yekê de ti berbijar 50+1 ji sedê dengan nesitand.

Ji berbijarên bajarvanîya Amedê, Dogan Hatun û Garip Kandemir dengên herî pir sitandin û derbazî gera duyê bûn.

Di nav berbijarên jin de Serra Bucak 50+1 ji sedê dengan derbaz kir, lê ser daxwaza pêdeçûnê deng jinûve têne hejmartin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Amedê ya DEM Partî ragihand ku gera duyê ya pêşhilbijartinan wê sibê Sêşemê li dar keve.

Ji alîyê din ve li Licê ya Amedê jî du berbijarên li pêş jiber ku bi qasî hevdu deng sitandine ewê dengdan jinûve çêbe.

Delegeyên DEM Partî yên li Licê wê sibê Sêşemê jibo Burhan Erol û Firat Demir jinûve herin ser sindoqan.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG