Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirên DEM Partî û CHP'ê Ser Hilbijartinên Wan û Hatayê Axifîn


Şandeyeke Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo pîrozkirina eyda Remezanê serdana Partîya Gel ya Komarî (CHP) kir.

Di pîrozkirina eydê de sîyasetvanên her du partîyan ser bûyerên hilbijartinên herêmî yên li Wan û Hatayê axifîn.

Cîgirê Serokê DEM Partî Vezîr Coşkun Parlak di serdanê de got ku wan eyda pêşî bi encamên hilbijartinên 31’ê Adarê pîroz kiriye.

Parlak dîyar kir ku gelên Tirkîyê jibo qayuman û rewişa xirab ya welêt bertekên xwe nîşan dane.

‘’Me li Wanê dît ku gava em bi hev re tevdigerin û dengên xwe derdixin, em dikarin desthilatê û wan polîtîkayên wê rawestînin ku nayên qebûl kirin.’’

Wî got ku çavên gelên Tirkîyê li ser wan in û dîyar kir ku ew dizanin ku desthilateke ku jibo meseleya Kurdan li çareserîyan nagere nikare welêt bi rêve bibe.

Li Wanê berbijarê DEM Partî Abdullah Zeydan bi ser ketibû, lê komîsyona hilbijartinê ya bajêr dîyar kiribû ku mafên hilbijartinê yên Zeydan jiber zindanîbûna wî jê hatiye sitandin û mazbata dabû berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Abdulahat Arvas. yê li rêza duyê.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ser îtirazên DEM Partî biryar dabû ku Zeydan destûrnameyê bistîne.

Cîgira Serokê CHP’ê Aylîn Nazlikaya jî got ku li Wanê peyvajoyeke antîdemokratîk çêbûye.

Nazlikaya dîyar kir ku CHP jî li Hatayê bi helwesteke dijî demokrasîyê re rûbirû maye.

‘’Me jibo betalbûna hilbijartinên Hatayê helwesteke zelal nîşan da. Mixabin hilbijartinên wî bajarî nehatin betal kirin. Emê her dem dijî sîstema qayuman bisekinin.’’

Wê îdia kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li bajarên herêmên Kurdan yên wek Şirnexê bi hilbijêrên veguhestî bi ser ketiye.

Karbidestên AKP’ê di peyvajoya hilbijartinan de digotin ku CHP û DEM Partî hevkarîyeke veşartî dimeşînin.

Pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dîyar dikin ku encamên hilbijartinên nîşan didin ku alîgirên DEM Partî li bajarên mezin yên wek Stenbolê dengên xwe dane berbijarên CHP’ê.

Berbijara DEM Partî ya Bajarvanîya Stenbolê Meral Daniş Beştaş piştî serketina berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu gotibû ku wî bi dengên alîgirên wan qezenc kiriye.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG