Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên DEM Partî jibo Protestokirina Biryarên Doza Kobanê Çûn Pêş Wezareta Dadê ya Tirkîyê


Parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo protestokirina biryarên Doza Kobanê meşîn.

Meşa ku ji parlamanê destpê kir heta Wezareta Dadê ya Tirkîyê ajot.

Cîgirên Serokê Koma DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî di destpêk û dawîya meşê de daxuyanî dan.

Koçyîgît li pêş parlamanê dîyar kir ku hevalên wan di Doza Kobanê de jiber daxuyanîyan û axaftinên di mîtîngan de ceza sitandine û divê ew dijî binpêkirina hiqûqê dengê xwe bilind bikin.

‘’Di serî de partîya opozîsyonê yê serekî em bang li hemî alîyên civakî dikin ku bi hev re bin. Eger em têkoşînê bi hev re bimeşînin em bawer dikin ku wê li Tirkîyê derî li dewreke nû vebe.’’

Wê dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilatê û hevbenda wê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) hewil didin bi rêka dadgehan rê li ber sîyaseta demokratîk bigirin û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Sezaî Temellî jî li pêş Wezareta Dadê got ku divê ew hevîyên xwe ji têkoşînê nebirin û reşbîn nebin.

Temellî dîyar kir ku ewê jibo azadbûna hevalên xwe têkoşînê xurt bikin û xebatên berfireh bimeşînin.

Wî got ku Tirkîye êdî bi binpêkirina hiqûqê tê nas kirin û dîyar kir ku sedema serekî jî meseleya Kurdan e ku bi awayekî demokratîk nehatiye çareser kirin.

Di Doza Kobanê de ji bo ji hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 42 sal û jibo Fîgen Yuksekdag jî 30 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat dayîn ku girtîbûna wan bidome.

Jibo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli, ku jiber dozê girtî bûn, biryar hat dayîn ku werin berdan.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç ser pirseke derbarê biryarên Doza Kobanê ji rojnamevanan re gotibû ku dadgehê bi awayekî serbixwe û bê alî biryar daye.

Tunç dîyar kiribû ku dadgeha dereceya yekê biryara ser Doza Kobanê daye û gotibû ku hîn peyvajoya îstînaf û pêdeçûnê jî heye.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG