Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Daxwaz û Çalakîyên jibo Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Didomîne


Seroktîya Parlamana Tirkîyê pêşnîyara qanûnê ya ser zimanê Kurdî qebûl nekir.

Cîgira Serokê Koma Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît ser zimanê Kurdî qanûnek pêşnîyar kir.

Koçyîgît di pêşnîyarê de dîyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ew jibo ewlebûnê jî di qanûna bingehîn de were nivîsin.

Seroktîya Parlamanê dîyar kir ku pêşnîyar dijî qanûna bingehîn e û nehişt ku meclîs ser wê bixebite.

Wê seroktîyê bi qanûna bingehîn nîşan da ku pêşnîyar dijî xalên qanûnê ye ku ew dibêje dewleta Tirkîyê bi welat û miletê xwe yek e, nayê parçe kirin û zimanê wê jî Tirkî ye.

Li gor ragihandina seroktîyê teklîfa Koçyîgît bi awayekî eşkere dijî qanûnê ye û Buroya Piştgirîyê ya Pêşnîyaran ya Qanûn û Biryaran nikare wê jibo dengdanê hazir bike.

Platforma Zimanê Kurdî îro Çarşemê jibo Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê bi beşdarîya rêberên DEM Partî li Amedê daxuyanîyek da.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku zimanê Kurdan Kurdî ye û divê ew bibe zimanê fermî ku jibo vê jî divê astengîyên qanûnî werin rakirin.

Daxwazên ser zimanê Kurdî yên platform û DEM Partî yên bi dengekî bilind li vê demê rast tên ku hikûmeta Tirkîyê jibo qanûneke bingehîn ya nû hazirîyê dike.

Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş di rojên borî de DEM Partî jî di nav de serdana partîyên muxalefetê kir û ser çêkirina qanûneke nû danûstandin kirin.

Kurtulmuş dide zanîn ku 95 ji sedê dengên hemwelatîyên Tirkîyê li parlamanê tê temsîl kirin û dibêje rêje jibo pirdengîyê rêjeyeke baş e.

Jêderên DEM Partî dibêjin ku bi şertê ku qanûn li ser zemîneke demokratîk çêbe ew bi awayekî erênî li çêkirina qanûneke nû dinêrin.

Karbidestên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilatê dîyar dikin ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li Tirkîyê atmosfereke nerm çêbûye û ew jî rê li ber çêbûna qanûneke nû xweş dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de Partîya Gel ya Komarî (CHP), ku li parlamanê partîya serekî ya opozîsyonê ye, cara pêşî AKP derbaz kiribû.

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel di rojên borî de serdana Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû û her du rêberên piştî civînê ser pêşvebirinêna danûstandinên partîyên sîyasî erênî axifîbûn.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, NTV

XS
SM
MD
LG