Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî li Colemêrgê Banga Hilbijartina Pêşwext Dike


Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Partî Tulay Hatîmogullari li Colemêrgê got ku êdî rêvebirîya Tirkîyê ne rêwa ye û divê demûdest karvekişîna xwe ragihîne.

Hatîmogullari dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û hevbenda wê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) jiber têkçûna di hilbijartinên dawî de xwestine ji partîya wan tolên sîyasî hildin.

"Jiber tola sîyasî bi qayum dest danîn ser Bajarvanîya Colemêrgê. Yek jî dixwazin kanîyên diravî yên şaredarîyan bikin kanîyên xwe û bidin alîgirên xwe, loma qayuman erkdar dikin."

Wê got ku li Tirkîyê êdî şertên hilbijartina pêşwext çêbûne û dîyar kir ku divê welat demûdest here ser sindoqan.

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li herêma Kurdên Tirkîyê piranîya şaredarîyan DEM Partî, ku wek partîyeke pro-Kurd tê zanîn, sitand û Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî bi rêjeya dengên xwe cara pêşî AKP, ku pirtir ji 20 sal in li desthilatê ye, derbaz kir.

Piştî hilbijartinan Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku li welêt wê qonaxeke nerm destpê bike û banga çêkirina qanûneke bingehîn ya nû kir.

Serokê parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jibo danûstandinên ser çêkirina qanûna nû bi DEM Partî re jî kom bû.

Karbidestên DEM Partî dîyar dikin ku ew bi awayekî erênî li çêkirina qanûneke nû dinêrin, lê dibêjin ku rewşa girtîyên sîyasî, qayum û nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî fikaran çêdikin û divê ew berê ser zemîneke demokratîk biaxifin.

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel jî di rojên borî de ser çêkirina qanûna bingehîn ya nû dîyar kir ku Erdogan li gor qanûna heyî tevnagere û got ku ew di vê rewşê de nikarin ser qanûneke nû danûstandinê bikin.

Her du rêber piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê carekê kom bûn û çaverê ye Erdogan hefteya pêş serdana Ozel bike.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, NTV

XS
SM
MD
LG