Breaking News

DEM Partî: Divê Komîsyona Pêvajoya Aştîyê Demûdest Dest bi Karên Xwe Bike

Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê got ku divê komîsyona şopandina pêvajoya aştîyê demûdest were damezrandin.

Dogan îro Pêncşemê di preskonferansekê dîyar kir ku Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş dibêje ewê komîsyon di rojên pêş de çêbibe, lê dema wê eşkere nake.

"Jibo xebatên ser damezrandinê biqedînin li benda çi ne? Çima radiwestin? Tiştekî li bendê rawestin tuneye," berdevka DEM Partî got. Wê da zanîn ku her ku dema karên wisa dirêj bibe ewê pê re rîsk çêbibin.

Dogan herwiha bal kişand ser helwesta Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel ku do Çarşemê gotibû ewê beşdarîyê li komîsyonê nekin. Wê dîyar kir ku helwesta Ozel rîska qelskirina zemîna demokratîk çêdike.

Ji alîyekî din ve Ajansa Mezopotamyayê ragihand ku Heyeta Îmralîyê ya DEM Partîyê wê di rojên pêş de here Girava Îmralîyê û bi rêberê PKK'ê yê girtî Abdullah Ocalan re bicive.

Endamên Heyata Îmralîyê, herî dawî 13’ê Îlonê bi Ocalan re civîyabûn.

Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan Sêşemê di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku Ocalan li Îmralîyê derbazî cîhekî nû bûye.

Bakirhan got ku sekreteryîya Ocalan hatiye xurtkirin û da zanîn ku ewê di rewşeke baş jibo pêşvebirina pêvajoyê bixebite.

Hikûmeta Tirkîyê ser prosesê dibêje navê wê pêvajoya Tirkîyeya Bêteror e, lê DEM Partî li şûna wê gotina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bikar tîne.

XS
SM
MD
LG