Breaking News

DEM Partî bo Pêşketina Pêvajoyê Daxwaza Gavên Siyasî û Hiqûqî Dike

Hevserokên DEM Partîyê, Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari
Hevserokên DEM Partîyê, Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Pencşemê encamnameya civîna civata xwe bi raya giştî re parve kir ku 7 û 8’ê Mijdarê hatibû lidarxistin.

DEM Partî di daxuyanîyekê de bang li hikûmetê kir ku ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn a “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” gavên siyasî û hiqûqî bê derengketin werin avêtin.

Partîyê daxwaz kir ku pêdivîyên ji bo cîbicîhirina qanûna çarçoveyî ya li parlemanê hatibû pejirandin, werin kirin û misogerîyên hiqûqî yên pêvajoyê bên avakirin.

Di daxuyanîyê de mafê hêvîyê û statuya rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan wek mijarên sereke hatin destnîşan kirin.

DEM Partîyê herwiha daxwaza dawîanîna qayûman, bicîhanîna biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa û parastina mafên jiyan û tenduristîyê yên girtîyên nexweş kir.

Partîyê bal kişand ku aştiya mayînde girêdayê berfirehkirina siyaseteke demokratîk û beşdarîya hemû beşên civakê ye.

Di derbarê Herêma Kurdistanê de, DEM Partîyê bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku nakokîyên xwe bi diyalogê çareser bikin û ji bo parastina destkeftîyan li ser bingeheke hevpar lihev bikin.

Di daxuyanîyê de polîtîkayên aborî yên hikûmetê jî hat rexne kirin. DEM Partîyê daxwaz kir ku budceya 2027'an li gor pêdiviyên gel were amadekirin û ragihand ku wê kempanya xwe ya “Nan, Aştî û Dad” berfireh bike.

Partîyê di çarçoveya Konferansa Jingehê Ya Neteweyên Yekbuyî ki libajarê Antalya didome piştgirî da komên rexnegir ku wek Hilcivîna Jingehê ya Gelan tên binav kirin û eşkere kir ku wê beşdarê xwepêşendana “Em Jiyanê Diparêzin” bibin ku wê di 14’ê Mijdarê li Antalyayê pêk were.

XS
SM
MD
LG